Yarsan li hember bêrêzkirina pirozîyên wan daxwaza mûleta xwepîşandanê dikin.

Bawerdarên ola Yarsan li Rojhilata Kurdistanê daxwaza moletê dikin bo encamdana xwepîşandan seranserî. Ew dibêjin hinek xelk li jêr nave Şîeyên bawerdarên Wîlayetê hêriş dikin ser pirozîyên wan. Lew li ew li hember evê yekê bê deng nabin û wan karvedan dê hebe.

K24- Hewlêr:

Bawerdarên ola Yarsan li Rojhilata Kurdistanê daxwaza moletê dikin bo encamdana xwepîşandan seranserî. Ew dibêjin hinek xelk li jêr nave Şîeyên bawerdarên Wîlayetê hêriş dikin ser pirozîyên wan.  Lew li ew li hember evê yekê bê deng nabin û wan karvedan  dê hebe.

Yarsan  ew Kurdên resenin ku niza û dûayên wan bi muzîkêye, Kurdên Yarsan li Rojhilata Kurdisatanê berdewamin li ser derbirrîn nerzayîyên xwe li hember hinek Şîeyan û hikumetê û gefên karvedan tûnd û seranserî dikin.

Rojekê piştî hilbijartinên Îranê hinek kesan li jêr nave Bawerdarên Wîlayetê hiriş kirin ser peristgeheka Yarasanan ku binavê Camxene dihên nasîn û wan ev Camxane tenê mayne li Şahabad û Îslamabada ser bi parêzgeha Kirmaşan, ev jî Yarsan tûrrekirin ku ji kevn ve ew bi muzîkê hewla aramkirin revanê xwe didin.

Xelkên deverê dibêjin alîgirên Felahet Pîşe hêriş kirine ser cihên pirozên Yarsanan.  Herçende wî bi xwe ev kar şermezkirîye, belê Yarsanan di hilbijartinan de piştîvanîli alîyên hember Felahet Pîşe dikirin.

Xowepîşanderêkî pişikdar di xweoîşandan hember Qaymeqamîyeta Şahabad bi Kurdistan 24 re got: Hêrişa Camxaneya Yarsanan bi bername bûye û berê jî alîyê pewndar dizanîn ku karek weha dê bihê encamdan.

Niha yarsan bi fermî daxwaza moleta xwepîşandanê dikin  daku subehî Yekşembîyê li dijî alîyên peywendar û hêrişkarên ser pirozîyên wan xwepîşandnê encam bidin. Herweha Ew tûrrene çunku hinek xort ku dibêjin Şîe bûne, di nav bajarî de hatine dîtin ku simbêlên sextet ji xwe re çîkirine , ev jî xîçeka dina Kurdên Yarsane ku hatye bezandin û bi bêrêzîyek mezin dizanin.

Peyrewkarê ola Yarsan, bi ocax bi xwe Mîtrayî dizanin û bi netewe Kurdin û bi jenîna tembûrê niza û dûayê xwe dikin.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/354b4ca1-f4e9-437c-bcc2-b716a34aa54f/yarsanekani%20rojhelat.ism/manifest