Li dijî pizîşkan 38 hezar bûyerên tundiyê rû dane

K24 - Stenbol

Komek sazî û dezgehên tendirûstiyê, ji bo bibîranîna hefteya cejna pizîşkan, li Stenbolê hatin ba hev. Pizîşkan tundiyên li ser hevkarên xwe şermezar kirin û daxwaza şertên baştir bo karê xwe kirin.

14ê Adarê her sal wek cejna pizîşkan bi çalakiyên rengîn tê pîrozkirin. Lê belê ji ber teqîna li Enqereyê îsal ev roj bi xemgînî hat bibîranîn. Komeke pizîşk li Meydana Taksîmê ya Stenbolê çelengeke reş û qernefîl danîn ber peykera meydanê û bi vî awayî qûrbaniyên Enqereyê jî bibîranîn.

Pizîşkan rexne li polîtîkayên tendirûstiyê girtin. Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê Dr. Samet Menguç ji Kurdistan24ê re da zanîn ku bûyerên tundiyê ji ber polîtîkayên xelet zêdetir bûne û got: “Ji bo xebatkarên tendirûstiyê me gelek caran pêşniyaznameya qanûnê da meclîsê. Piştî hewlên me rayedarên hikûmetê hinek soz dan. Lê belê divê wan gotinên xwe bi lez û bez bînin cih.”

Pizîşkên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dema li ser kar gelek caran bi bûyerên tundiyê re rû bi rû dimînin. Dr. Huseyîn Demîrdîzen jî diyar kir ku gelek hevkarên wî di nav pevçûnan de canê xwe ji dest dane û wiha axifî: “Li hinek bajarên Kurdistanê şer berdewam e. Gelek pizîşkên ku dema nexweşan derman dikirin ji ber pevçûnan an birîndar bûn an jî mirin. Pizîşkên din jî ku dibin şahîdê mirina hevalên xwe derûniya wan jî pir xirab dibe.”

Di lêkolîneke de ku ji aliyê saziya Yekîtiya Pizîşkên Tirk ve ligel 4 hezar û 369 pizîşkan hatiye kirin zêdeyî 2 hezar pizîşkan ragihandine ku ji pêşeroja xwe bi fikar in.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê der barê tundiyên li ser pizîşkan de lêkolînek kir û ragihand ku di nav salên 2012 û 2015an de li dijî xebatkarên tendirûstiyê 38 hezar bûyerên tundiyê rû dane.