Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê li ser hewkirina perdeya mejî piştrastiyê dide welatiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ti nîşaneke nexweşiyên vegir ji bo belavbûn an zêdebûna neasayî ya nexweşiya hewkirina perdeya mejî li Herêma Kurdistanê nîne û pêdivî bi dilgiraniyê û rawestandina proseya xwendinê nake.
Piştî belavbûna çend haletên hewkirina perdeya mejî li çend parêzgehên Îraqê, Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşem, 29ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de zelal kir ku hewkirina perdeya mejî nexweşiyeke vegir e û ji hewkirina perdeyên mejî û dirkepetikê pêk tê, nîşanên giştî û taybet hene, bi pişkinîna taybet tê piştrastkirin û çareseriyên wê jî hene.
Wezareta Tenduristiyê piştrastî daye welatiyan ku rewş niha bi tevahî di bin çavdêrî û şopandinê de ye û ew haletên ku li Herêma Kurdistanê tên tomarkirin kithalet in, mîna salên borî ne û ligel pîvanên nexweşiyên vegir ên hemî welatan diguncin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku ti nîşaneke nexweşiyên vegir ji bo belavbûn an zêdebûna neasayî ya wê nexweşiyê nîne û tîmên tenduristiyê jî li ser çavdêrîkirina dibistan û cihên giştî ji bo bicihanîna rênimayiyên xweparastin û destnîşankirinê berdewam in.
Wê wezaretê piştrast jî kir ku niha pêdivî bi dilgiraniyê û ti rênimayeke pêşwext ji bo rawestandina karûbaran û proseya xwendinê nake, herwisa hemî amadekariyên ji bo pişkinîn, çareserkirin û şopandinê hatine kirin û di îhtîmala her guhertineke nû de jî ew dê welatiyan agahdar bikin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îraqê Ebdulhusên Mûsewî duhî Şemî amarên tûşbûna bi nexweşiya hewkirina perdeya mejî ji 2024ê heta 2026ê de xistin ber çavan û ragihand: “Di heyama sala 2026ê de, 4 hezar û 358 haletên tûşbûna bi wê nexweşiyê li seranserî Îraqê hatine tomarkirin; herwisa tekez li ser wê yekê kir ku tomarkirina haletan li tevahiya parêzgehan di çarçoveya rêjeyên pêşbînîkirî de ye.”
Hewkirina perdeya mejî (Sehaya - Meningitis) çi ye?
Ev nexweşî ji hewkirin û werimîna wan perdeyên parêzer (perdeyên mejî) pêk tê, ku derdora mejî û dirkepetikê girtine, ku bi awayekî sereke ji ber tûşbûna bi vîrus an bakteriyê di şileya derdora mejî de çê dibe.
Cûnê wê yê vîrusî zêdetir e û gelek caran tûşbûyî bi hêsanî baş dibe, lê cûnê wê yê bakterî gelekî metirsîdar e û pêdivîtiya wê bi çareseriya bilez a pizîşkî heye ji ber ku dibe ku bibe sedema zirara hertimî ya li mejî an mirinê.