Cêgirê supasalarê Îsrayîl: Vemana Erogan di desthilatê de dibe arişe.
Cêgirê supasalarê Îsrayîlê Yayîr Golan ragehand: Vemana Serokê Turkîyayê, Receb Teyîb Erdogan, ku nerîna Îslamî heye û partîya wî di desthilatê de, bi berdewamî arîşeyan li gel Îsrayîlê durist dike.
K24- Hewlêr:
Cêgirê supasalarê Îsrayîlê Yayîr Golan ragehand: Vemana Serokê Turkîyayê, Receb Teyîb Erdogan, ku nerîna Îslamî heye û partîya wî di desthilatê de, bi berdewamî arîşeyan li gel Îsrayîlê durist dike.
Ev di demekê de ye ku axivtinên Yayîr Golan hevdeme li gel wan hewlên dihên dan bo aştvekirina Turkîya û Îsrayîlê, piştî wan nakokîyên bi egera hêrişa Îsrayîlê bo ser gemîya azadî ya Tyrkîyayê hat encamdan li 2010.
Cêgriê supaslarê Îsrayîlê di kongireyekê de li zankoya Bar Îlan li Îsrayîlê ku li ser astengêyên pêşîya supayê Îsrayîlê hatibû encamdan, ragehand: Hebûna rijêma serokê Turkîyayê, Receb Teyîb Erdogan, dibe egera vemana nakokîyan di hevbendîyan de.
Herweha got jî: Heya Turkîya li jêr desthilata partîyekê vemîne û arasteya îslamîya kûr hebe, bi serkirdatîya kesekê arişe çêkerê wek Erdogan, pêdivîye pêşbînîya hebûna arîşeyan û astengan bihê kirin.
Cêgirê supasalarê Îsrayîlê, Yayîr Golan amaje kir ku pêdivîye Îsrayîl rewşê li gel Turkîyayê xirabtir neke, çunku Turkîya dewletek mezin û bi hêze, tekez jî li ser ewê yekê jî ku pêdivîye nakokî li gel Turkîyayê bihê kêmkirin, hevdem li gel berevanîyê li ser pirensîpên Îsrayîlê.
Yayîr Golan li ser Emerîkayê jî got: Emerîkayê bi van salên dawîyê bikarhînana hêzên Serbazî bi berfirehê, kirîye mijareka asayî.
Cêgirê supasalarê Îsrayîlê, hevdem li ser hebûna supayê Rosyayê li deverê û bi tayebetî li Surayayê, got: Nabe ev hebûn bihê piştguhxistin, lê merc nine ev hebûn xirab be, çunku Mosko baş haydarê xîçên sorên Îsrayîlêye.