Pîrozbahiyên rojbûna Ocalan hate qedexekirin
Pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan li Rihayê hate qedexekirin.
Federasyona Malbat û Xizmên Girtiyan û Partiya Demokratîk a Gelan HDP û Partiya Herêmên Demokratîk DBP biboneya 67emîn rojbûna Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dest bi xebat û amedekariyên pîrozbahiyan kir.
Lêbelê Parêzgeriya Rihaye ragihand ko di navbera 1 û 6ê Nîsanê de li bajêr çalakiyên wekî mitîng, civîna çapemeniyê, meş û danîna konan hatiye qedexekirin.
Her sal di 4ê Nîsanê de hejmarek welatî û alîgirên PKKyê bi boneya rojbûna Ocalanî ber bi bajarê Rihayê gûndê Amarayê ve diçin û li wir rojbûna Ocalanî pîroz dikin.