Rodî Osman: Civaka navdewletî naxweze Kurd Cenêvê bibin
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Moskoyê dibêje, civaka navdewletî naxweze Kurd beşdarî gera bê ya danûstandinên Cenêvê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Moskoyê dibêje, civaka navdewletî naxweze Kurd beşdarî gera bê ya danûstandinên Cenêvê bibin.
Nûnerê Rêveberiya Xweserli Moskoyê Rodî Osman ji ajansa “Tas” ya Rûsî re ragihand ku, ew piştrast bûne, ku ti niyaza civaka navdewletî nîn e, ku Kurd (Mebest jê PYD) beşdarî gera bê ya danûstandinên Cenêvê bike.
Li gor Osman jî, ku Tirkiyê rê li pêşiya beşdarbûna wan, tenê hincet in.
Osman da xuyakirin, ku dûrxistina Kurdan ji danûstandinên Sûrî – Sûrî, tê wateya ku ew naxwain guhartinê bixin Sûriyê de, herwiha naxwazin di destûra Sûriyê ya nû de, sîstema “Ilmanî û demêkratî” cibicî bikin.
Osman diyar kir jî, aliyên danûstandkar niha mijûlî dabeşkirina desthilatê ne û rexne li helwesta hikûmeta Sûriyê derbarê federalîzmê de li Sûriyê girt.
Gera duyem ya danûstandinên Cenêvê di 24 Adarê de bidawî hat, biryar e jî gera bê di 11 Nîsanê dest pê bike.