Par welat ên Kendavê bi behayê 33 milyar Dolaran keriste yên serbazî ji Emerîka kirrîne.
Wezaret a derve ya Emerîkayê aşkera kir, di sal a bûrî de welat ên Kendavê bi behayê 30 milyar Dolaran çek û keriste yên serbazî ji Emerîkayê kirîne.
K24- Hewlêr:
Wezaret a derve ya Emerîkayê aşkera kir, di sal a bûrî de welat ên Kendavê bi behayê 30 milyar Dolaran çek û keriste yên serbazî ji Emerîkayê kirîne.
Wezaret a derve ya Emerîkayê aşker a kir, şeş welat ên endam di Civat a Harîkarî ya Kendavê di dem a 11 mehan de bi behayê 30 milyar Dolaran çek û keriste yên serbazî ji Emerîkayê kirrîne.
Bo evê mebestê jê welat ên Qeter û Kiweyt li benda rezmendî ya Emerîkayê ye bo kirrîn a 40 firoke yên cengî ji cor ê F18 bo Kiweytê û 72 firoke yên cengî jî ji cor ê F15 bo Qeterê.
Welat ên Kendav a Erebî li 26ê/ Adar a ev sal welat ên Kendav û Emerîkayê civatek a berevanî ya hevpişik damezirandine, ev civat wezîr ên berevanî ya Kendavê û Emerîkayê ji xwe digire û biryare yekem kombûn a xwe li 20 evê mehê li Seûdîyeyê encam bide.