Bandora pirsgirêkên ewlekariyê li aboriya Tirkiyê
Ji ber daketina bihayên petrolê û pirsgirêkên ewlekariyê yên navxwe û derve kêmahiya heyî wek 1 milyar û 790 milyar dolar pêk hat.

K24 – Stanbol
Ji ber daketina bihayên petrolê û pirsgirêkên ewlekariyê yên navxwe û derve kêmahiya heyî wek 1 milyar û 790 milyar dolar pêk hat.
Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyê rapora hevsengiya daneyên meha Sibatê diyar kir. Li gor vê kêmahiya heyî li gor meha Sibatê ya sala borî îsal di heman mehê de bi qasî 1 milyar û 524 milyon dolar kêm bû û wek 1 milyar û 790 milyon dolar hat nîşandan.
Bi vî awayî kêmahiya karên heyî bû 30 milyar û 511 milyon dolar. Ji ber sedemên daketina kêmahiya bazirganiya derve û daketina kêmahiya hevsengiya hatiniyê kêmahiya heyî ya meha Sibatê daket.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şîmşek der barê mijarê de got: kêmahiya heyî gelek zêde ye, lê ji bo daketinê hinek hêvî heye, ji bo divê tedbîrên wek teserrufî bên zêdetirkirin.
Pisporên aboriyê dest nîşan kirin ku aloziya navbera Tirkiye û Rûsya, kêşeyên ewlekariyê yên navxweyî bi awayekî neyinî bandor li hevsengiya heyî dike. Ji ber vê hatiniyên geştyariyê herî kêm 5 milyar dolar wê dakeve.
Li gor daneyên Bankaya Navendî kêmahiya karên heyî di heyama Çile û Sibatê de bûye 4 milyar û 120 milyon dolar û bi daketina 12 mehî ji sala 2010'an vir de gihîşt asta xwe ya herî kêm.