Li Bakûrê Kurdistanê Hêstiyariya Pêwist bo Kurdî Nayê Nîşandan

Heta niha li 5 zaningehên Bakûrê Kurdistanê, beşên Kurdî hatine vekirin. Li gel ku, bi sedan kes, destûryariya mastir û doktoraya Kurdî girtine, tenê di Sibata 2016-an de 20 kes hatine vebuhtin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c759d6df-d753-4729-b38c-a313bb9a5e95/ZanigehaDicleyeDoktoryaKurdi.ism/manifest

K24-Amed

Zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi dehan sal, bi zext, zordestî û astengiyan re rûbe rû ma. Piştî ku, dewleta Tirkiyeyê, di çarçoveya Destûrên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de, wan pêkûtiyan sist kir û piştre jî bi derfetên dewletê, weşanên Kurdî da destpê kirin, di dibîstanan de wek dersa bijarte danand û li zaningehan beşên Kurdî hatin vekirin.  

Asîstanê Doçentî Hesen Karacan ku, li Zaningeha Dicleyê Serokê Beşa Kurdiye, ji Kurdistan24 re diyar kir ku, ew him perwerdehiya mastirê, him jî ya dokrtorayê didin, lê li gel ku, gelek kes serîlêndan dikin, ew li gor derfetan dikarin tenê 20-30 kesî ji wan bibêjêrin. Akademisyenê beşa Kurdî anî ziman ku, hebûyîna van derfetan girîng e lê divê bên zêde kirin.

Keyaksar Atêş jî, li beşa Kurdî dest bi mastirê kiriye, lê ew dibêje ji bo perwerdehiya Kurdî, gelek kêmasiyên Kurdan hene. Atêş, balkişand ku, siyasetmedarên Kurd di serî de, hêstiyariya pêwist bo zimanê Kurdî nayê nîşandan û ew jî bandorên neyînî li ser pêşketina derfet û bazara Kurdî dike.

Heta niha li 5 zaningehên Bakûrê Kurdistanê, beşên Kurdî hatine vekirin. Li gel ku, bi sedan kes, destûryariya mastir û doktoraya Kurdî girtine, tenê di Sibata 2016-an de 20 kes hatine vebuhtin.