Birêt mekgork: Neman a Daişê li Îraq û Suryayê nêzîk bûye

Nwêner ê serok ê Emerîkayê di Hevpeymanî ya Nêvdewletî de li dijî Daişê, ragehand: Daiş li Îraq û Suryayê bi paşve diçe û nêzîk bûye ji navçûnê.

K24- Hewlêr

Nwêner ê serok ê Emerîkayê di Hevpeymanî ya Nêvdewletî de li dijî Daişê, ragehand: Daiş li Îraq û Suryayê bi paşve diçe û nêzîk bûye ji navçûnê.

Di kongireyek a rojnamevanî de, li Emman a paytext a Ûrdinê, Birêt Mekgork, nwêner ê Barak Obama, serokê yê Emerîkayê,  di Hevpeymanî ya Nêvdewletî de li dijî Daişê, aşkera kir ku Daiş roj bi roj ber bi paş ve diçe li Îraq û Suryayê û ji navçûn a wê nêzîk bûye.

Nwêner ê serok ê Emerîkayê got jî: Hevpeyman ên Hêvdewletî ne tenê di enî yên şerr de ber pêşve  diçin, lê li ser Internêt û bi taybetî jî tor ên Tiwîter û Fêsbûkê şîyane bi ser hewl ên Daişê bo belvkirin a pirûpagindeyande re bi serkevin.

Mekgork ragehand jî: Welat ê Ûrdinê rolek a giring û karîger hebûye li şerr ê dijî Daişê.

Ev axivtin ên Mekgork di dem a kongireyek a rojnamevanî de bûn li gel şah Ebdpûllah şah ê Ûrdinê ku duhî serdan a Emmanê kiribû.