PYD: Çûna Esed ne pirsgirêkeke sereke ye
Daxuyaniyên Nûnera Rêvebriya Xweser li Ewropayê Sînem Mihmed di dema vekirina wê ji ofîsa Rêveberiya Xweser li Fransayê hatibûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Nûnera Rêvebriya Xweser li Ewropayê Sînem Mihmed ragehand, pirsgirêka sereke di kirîza Sûriyê de ne çûna Esed e, belko guhertina hikûmetê ye.
Derbarê kirîza Sûriyê Nûnera Rêvebriya Xweser li Ewropayê Sînem Mihmed ji ajansa Reutersê re ragehand ku, Itîlafa Opozîsyona Sûriyê ya ku, welatên Ewropayê piştevaniya wê dike ji bilî kuştin û zêdebûna koçkirinê tişteke din li wî welatî de nekir.
Mihmed da zanîn ku, pirsgirêka sereke di kirîza Sûriyê de, ne çûna Serokê rejîma wî welatî Beşar Esed e, belko guhertina sîstema wê ye ku, ji dîktatoriyê bo demokratiyê.
Herwiha aşkere kir ku, armanca wan a sereke şerê li dijî terorê ye û paydakirina aramiya Sûriyê ye.
Daxuyaniyên Nûnera Rêvebriya Xweser li Ewropayê Sînem Mihmed di dema vekirina wê ji ofîsa Rêveberiya Xweser li Fransayê hatibûn.
Tê zanîn ku Opozîsyona Sûriyê PYDê bi hevalbendiya bi rejîma Sûriyê re tometbardike.ew yeke bû egera nebeşdarbûna PYDê di danûstandinên civînên Cenêv3 de.