Li Qamişlo Xwendevanên pola 12ê derketin xwepêşandanekê

Duh, Rêveberiya Perewerdeya bajarê Hesekê ya ser bi rejîma Sûriyê ve biryar da ku, ezmûnên hemû xwendevanên pola 12ê ji Qamişlo bo Hesekê werin veguheztin.

K24-Qamişlo

Piştî veguheztina ezmûnên wan ji bajarê Qamişlo bo Hesekê, Xwendevanên pola 12ê yên wî bajarî xwepêşandanek li himberî  komelgeha Perwerdê ya ser bi rejîma Sûriyê ve li darxist.

Peyamnêrê K24ê ragehand ku, Bi armanca vegerandina ezmûnên wan bo bajarê Qamişlo xwenevanên pola 12ê xwepêşandanek li himbrî komelgeha Perwerdê ya ser bi rejîma Sûriyê li wî bajarî li darxistin, di xwepêşandanê de xwendevan û malbatên wan nerazîbûna xwe derbarê biryara Rêveberiya Perwerdê nîşan dan.

Malbatên xwedevanan ji K24ê re da zanîn ku, nebûna ewlehiyê û dûrbûna bajarê Hesekê dê metirsiyê li ser jiyana wan xwendevanan bike, herwiha dê bandoreke xirab li ser astê ezmûnên jî bike.

Duh, Rêveberiya Perewerdeya bajarê Hesekê ya ser bi rejîma Sûriyê ve biryar da ku, ezmûnên hemû xwendevanên pola 12ê ji Qamişlo bo Hesekê werin veguheztin.