Kevnartirîn tax a Hewlêr hatîye perwêzkirin
Tax a Ereb yan Ereban, wek pişkek ji kelepûr a Hewlêrê kevtîye di nav bername ya nûvekirin û pêşxistin a kel a Hewlêrê û pişk a herî mezin ji wê hatîye valakirin, lê heya niha pişkek a ji kolan û xanî yên wê taxê piştî valakirin a wan hatîne fermoşkirin û metirsî ya heriftin ji navçûnê jê dihê kirin.
K24- Hewlêr

Tax a Ereban li bajar ê Hewlêrê dîrok a wê bo 100 heya 150 salan divegere, wênevanek ku bi rê ya zûm a kamîre ya xwe divê cwanî û telarsazî ya xanî yên ewê taxê bo dîrokê tomar bimke, lê ew gazindeyan li alî yên peywendîdar dike ku piştî valakirin a wê taxê ji danîşvan ên wê hatîye piştguhkirin û feramoşkirin heya hinek ji xanî yên wê taxê herirîne û bûne cihê firedan a gilêşê, lewma jç gazinde hene û dibêje nabe kelepor û dîrok a bajarekê bi vî awayîç reftar li gel bihê kirin.