Proseya rizgarkirina bakurê Reqayê dest pê kir
Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) operesyona rizgarkirina bakurê Reqayê ji destê DAIŞê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) operesyona rizgarkirina bakurê Reqayê ji destê DAIŞê ragihand.
Serkirdeyeka bilind di HSDê de Rojda Felat ragehand, ku wan bi beşdarîya Lîwaya Azadkirina Reqayê û bi piştevanîya firokeyên Hevpeymanîya Navdewletî dest bi oporasyona bakurê Reqayê kirine. Herwiha diyar kir jî, armanca wan ji vê oprasyonê danîna sînorekê ji êrîşên DAIŞê re li dijî gelê Kurd re, çi ji herêma Cizîrê yan Kobanê û Girê Spî re û bang li hemû aliyan kir, ku bi wan re alîkar bin.
Berî çend rojan serkirdeyê Hêzên Teybet ên Amerîkayê Joseph Votel seredana Rojavayê Kurdistanê kiribû û digel çend berpirsên HSDê mijara rizgarkirina Reqayê gotûbêj kiribû.
Herwiha amadekarî bo destpêkirina proseya rizgarkirina bajarê Reqayê tê kirin. Berdevkê HSD Telal Silo ji K24ê re ragehandibû ku, tenê hêza wan dê beşdarî proseya rizgarkirina Reqayê bibe.