El-Obêdî: Berê HSDê ya sereke berve Reqayê ye

Serkirdeyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, berê HSDê ya sereke berve Reqayê ye, HSD amade ye hemû deverên ku di bin destê DAIŞ de ye rizgar bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, berê HSDê ya sereke berve Reqayê ye, HSD amade ye hemû deverên ku di bin destê DAIŞ de ye rizgar bike.

Berpirsê Peywendiyên Giştî yê HSDê li Girê Sipî Ebdulkerîm el-Obêdî ji K24 re ragihand, ku îro operesyona rizgarkirina bakurê Reqayê dest pê kiriye, DAIŞê jî hêdî hêdî xwe vedikişîne, armanca me jî em hemû deverên ku DAIŞ lê heye kontrol bikin. Operesyon jî berdewam e heta HSD digihe navenda Reqayê.

El-Obêdî amaje bi wê yekê kir jî, ku berê HSDê ne diyar e, lê HSD amade ye hemû deverên ku di bin destê DAIŞ de ye rizgar bike, wek Minbic û Cerablis jî. Lê berê HSDê ya sereke berve Reqayê ye, lê hîn wan dest bi vê yekê nekiriye.

Derbarê hevahengiya ligel Amerîkayê de, Obêdî got: “Hevahengiyeke stratêjîk di navbera HSD û Amerîkayê de heye, herwiha Hevpeymaniya Navdewletî û Brîtanyayê jî gelekî bi me re alîkar in, ku çek gihane destê me, HSD di amadebaşiyeke mezin de ye.”

Derbarê ku berê hatibû ku berê HSDê li rojavayê çemê Feratê û Cereblus û Minbicê bû, lê niha berê wê berve Reqayê de ye, gelo ev yek li ser daxwaza Amerîkayê bû, el-Obêdî got: “Ev yek ne li gor daxwaza me ye, Gelê me bangewaza me dike, da ku em alîkariya wan bikin,

Derbarê rola Rûsyayê di operesyona Reqayê de, el-Obêdî diyar kir, ew bi awayekî sereke ji ligel Hevpeymaniya Navdewletî bi serokayetiya Amerêkayê dikin, lê heta niha wan ti piştgîrî ji ti cihên din wernegirtine.