Ronakbîrên Kurd: Serxwebûna Kurdistanê nêzîk e

Ronakbîr û zimannasên Kurd dibêjin, kurd ji qonaxeke dîrokî derbas dibin û ji bo serxwebûna Kurdistanê derfeteke mezin ketiye destê wan. Pêwîst e ev derfet neyê winda kirin û dewleta Kurdî were damezirandin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/09c9f607-fed7-4c9b-8e75-aa90748006e8/SerxwebunaKurdistane.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Ronakbîr û zimannasên Kurd dibêjin, kurd ji qonaxeke dîrokî derbas dibin û ji bo serxwebûna Kurdistanê derfeteke mezin ketiye destê wan. Pêwîst e ev derfet neyê winda kirin û dewleta Kurdî were damezirandin.

Piştgiriyên ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê her ko diçe zêdetir dibe. Herî dawî jî ronakbîr û zimanasên Kurdan piştevaniya xwe nîşan dan û diyar kirin, ko berî ew ji vê dinyayê koç bikin dixwazin Kurdistaneka Serbixwe û Azad bibînin.

Li gor ronakbîrên Kurdan xetereya herî mezin a li hemberî avakirina dewleteka Kurdî perçebûn e. Pêwîst e hemî Kurd ji bo serxwebûnê li ser xalên netewî yekîtiya xwe saz bikin û bibin yekdeng û yekreng.

Li ser rûyê erdê ji 200an zêdetir dewletên serbixwe hene û nifûsa hinek ji wan ne 10 hezar e jî. Lêbelê Kurd bi nifûsa xwe ya 50 mîlyonî heta niha jî bêdewlet in. Rewşenbîrên Kurd jî di wê baweriyê de ne, ko dema dewletbûnê hatiye divê ev fersend baş were bikaranîn.