Di teqîna Mîdyatê de sê leşkeran canê xwe ji dest dan

Duh, parêzgeha Mêrdînê li 3 navçeyên wekî Mîdyat, Omerlî û Nisêbînê piştî saet 10:00an derketina derva qedexe kiribû.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Mîdyatê teqînek rû da , di encam de leşkerek û 2 cerdewan canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Mêrdînê navçeya Mîdyatê li dijî qerekola gundê Anitliyê bi wesaîtek bombebarkirî êrîş hate kirin. Otombîla bombebarkirî hate teqandin û di encamê de fermandarê wê qerekolê û 2 cerdewan canê xwe ji dest dan û 9 leşker jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.

Duh, parêzgeha Mêrdînê li 3 navçeyên wekî Mîdyat, Omerlî û Nisêbînê piştî saet 10:00an derketina derva qedexe kiribû.