Ezmûnên xwendekarên pola 12ê dê li Qamişlo werin kirin
Berî niha Rêveberiya Perwerdeya Parêzgeha Hesekê biryar dabû ku, ezmûnên pola 12ê ji bajarê Qamişlo bo Hesekê werin veguheztin, ev yeke bo cihê nerazîbûna xwendekar û malbatên wan.
K24-Qamişlo
Piştî birya Rêveberiya Perwerdeya Parêzgeha Hesekê ya ser bi rejîma Sûriyê ku, ezmonên pola 12ê ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê werin veguheztin bo bajarê Hesekê, herwiha xwepêşandana xwendevana di dema sê rojên borî de, Rêveberiya Perwerdê li biryara xwe vegera.
Derbarê vê yekê peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, rêveberiya Perwerdê biryar da ku, ezmûn li Qamişlo werin kirin, lê navendên ezmûnan dê di bin kontirola Perwerdê de bin yên bi ser rejîma Sûriyê neko, Rêveberiya Xwese.
Berî niha Rêveberiya Perwerdeya Parêzgeha Hesekê biryar dabû ku, ezmûnên pola 12ê ji bajarê Qamişlo bo Hesekê werin veguheztin, ev yeke bo cihê nerazîbûna xwendekar û malbatên wan.