Nûneratiya Rêveberiya Xweser li Amerîkayê dê were vekirin

Berî niha Rêveberiya Xweser nûneratiya xwe li her yek ji Firansa, Almanya, Siwê û Rûsyayê jî vekirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Biryare di demeke nêzîk de Rêveberiya Xweser nûneratiya xwe li Amerîkayê jî veke.

Derbarê vekirina ofîsê Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve li Kantona Cizîrê Siham Qiryo li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re tekez kir ku, di demeke nêzîk de dê nûneratiya wan li Amerîkayê ve û wiha got: "Berî demekê şandeke Rêveberiya Xweser serdana Waşingtonê kirbû, ji aliyên pêwendîdar yên wî welatî daxwaz kirbû ku, ofîsa wan were vekirin."

Qiryo da zanîn ku, Amerîkayê razîbûna xwe li ser vekirina ofîsê dabû, aşeker kir ku, niha ew mijulî wergirtina muhletê û karûbarên vekirina nûneratiyê.

Berî niha Rêveberiya Xweser nûneratiya xwe li her yek ji Firansa, Almanya, Siwê û Rûsyayê jî vekirbû.