Li Felûce gef a kuştinê li ser 200 kiç û jin ên Êzdî heye

Berpirs ê nivîsîngeh a karûbar ên revandîyan li parêzgeh a Duhokê ragehand: Nêzîkî 200 kiç û jin ên Êzdî gef ên kuştinê li serin.

K24-Hewlêr

Berpirs ê nivîsîngeh a karûbar ên revandîyan li parêzgeh a Duhokê ragehand: Nêzîkî 200 kiç û jin ên Êzdî gef ên kuştinê li serin.

Husên Koro Elaqyîdî, berpirs ê nivîsîngeh a karûbar ên revandîyan li parêzgeh a Duhokê bi malper a Kurdistan24 ragehand: Nêzîkî 200 kiç û jin ên Êzdî ku ji alî yên Daişê ve hatîne revandin, niha li Felûce ne û bi eger a hêrş  a hêz ên Îraqî û burdûman hêz ên hevpeymanan gef li ser jîyan a wan heye.

Li ser cuh û şûn ên ewan revandîyan, navbirî amaje bi wê yekê da ku wan zanyarî yên temam hene li ser hebûn a wê hijmare ya kiç û jin ên Êzdî û me berpirs ên suûpa yê Îraqê hêz ên Heşd a Şeibî ji hebûn a wan agahdarkirîne daku di dem a opirsyûn a rizgarkirin a dever a Felûce agahdar ê wan bin wan biparêzin.

Husên Koro Elqayîdî li ser çavk ên metirsîyê got: Ji bilî ku di deverekê de ne ku hêriş û burdûman li sere, dûr jî nîye Daiş wan wek metal a mirovî bo parêztin a xwe, wan bikar bihînin.

Di meh a Tebax a sal a 2014yê di dem a dagîrkirin a bajar ê Şengarê û dever ên Êzdînişîn, hijmarek a kiç û jin ên Êzdî ji alî yên Daişê ve hatin revandin û piştî rizgarkirin a Şengarê jî, Daişê hinek ji wan kiç û jinan veguhaztin bo Felûce û deverên jêr dest ên wê.