Xwecihiya Efrînê girtina xortan ji aliyê asayişê ve şermezar dike
Li Efrînê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê kiryarên Asayişa Rojava ya derbarê girtina xortan li ser rêbendan bo erkê xweparastinê, şermezar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê kiryarên Asayişa Rojava ya derbarê girtina xortan li ser rêbendan bo erkê xweparastinê, şermezar kir.
Xwecihiya Efrînê ya ENKSê, îro di daxuyaniyekê de ragihad, Efrîn hem ji aliyê dewleta Tirkiyê û hem ji aliyê grûpên îslamî ve dorpêç kiriye, bi ser de jî Efrîn ji aliyê wan grûpên îslamî bi top û mûşekan tê armanckirin, ku hejmarek ji welatiyên Efrînê şehîd bûne û hejmareke din birîndar bûne, Asayişa bi daê zorê xortan bo erkê xweparastênê digire.
Ji demekê de, Asayişa Rojava û hêzine din, li gelek gundên Efrînê dest bi komkirina xortan kiriye bo erka xweparastinê.
Daxuyaniyê da zanîn ku, li gundên Basûtê, Xezewiyê, Îska, Hesen, Omera û Şorbe, hêzên asayişê û hêza erka xweparastinê hemû kesên di navbera 18 – 40 saliyê de digire, bi hinceta xizmeta erka xweparastinê û şerekî ne tenê dikeve xizmeta desthilata li heyî.
Daxuyaniya ENKSê diyar kir, bi ser dorpêç û topbaranê de, ji dêvla Asayişa Efrînê lêvegerekê ji siyasetên xwe re bike, serkird û endamên partiyê ENKSê digire wek (Ebdilrehman Apo, Ehmed Sîno, Ehmed Sîdo, Idrîs Elo, Felemez Osman, Cemal Şêx Zade, Rênas Ebdilrehman).
Herwiha daxuyaniyê ENKSê amaje bi yasa û kiryarên desthilata li Efrînê heyî kir, wek desteserkirina mal û samanên xelkên ku ji Efrînê penaber bûne, siyaseta zorê di hemû warên siyasî û çalakiyande, ku ev yek nakeve xizmeta berjewendî û yekrêziya Kurdî.