HDP û HDK: li Nisêbînê amadekariya komkujiyek a mezin dihê kirin
Partî ya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongre ya Demokratîk a Gelan bang li ra ya giştî kirin ku, rê nedin komkujî li Nisêbînê çê bibe wek cizîrê.
K24- Hewlêr
Partî ya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongre ya Demokratîk a Gelan bang li ra ya giştî kirin ku, rê nedin komkujî li Nisêbînê çê bibe wek cizîrê.
Rêxistin ên bajar ê Stenbolê yên HDP'yê û HDKyê, li meydan a Galatasara ya Stenbolê bi armanca şermezarkirin a operasyon ên Nisêbînê çalakî dar xistin.
Hevseroka HDP'ê ya ta yê Stenbolê Aysel Guzel di çalakîyê de da xuyakirin, li Nisêbînê amadekariya komkujiyek a mezin dihê kirin û hovînî ya jêrzemîn ên Cizîrê hêj di bîra wan de ne.
Guzel da zanîn, burdûman a taxan berdewame û piraniya wan jin û zarok in gelek kes li wê dirê asê mane û metirsiya kuştin a wan heye.
Yekîne yên Paraztina Sivîl (YPS) duhî dabû xuyakirin, ji tax ên Nisêbînê hemû endam ên wan vekişiyane û dabû zanîn li taxan gelek kesên sivîl û birîndar hene.