Li wanê, şerr û pevçûn ên di navbera PKKyê supa yê Turkîya de çêbû
Li bakur a Kurdistanê di pevçûnên şev a burî de 2 endam ên PKK'yê û serbazek ê supa yê Turk can ê xwe ji dest da û serbazek ê dî jî birîndar bû.
K24- Hewlêr
Li bakur a Kurdistanê di pevçûnên şev a burî de 2 endam ên PKK'yê û serbazek ê supa yê Turk can ê xwe ji dest da û serbazek ê dî jî birîndar bû.
Şev a burî li navend a dever a Îpekyolû ya Wanê, polîsan bi otombêl ên zirêpoş û beşdarbûn a helîkopteran li tax a Kevenlî, hêriş kirin ser avahîyekê.
Li gor agahîyan, endam ên PKK'yê, li pêş avahîyê otombêl a polîsan xistin di kemînê de û pevçûn di navra a wan de çê bû. Berpirs ên hêz ên polîsan dan xuyakirin,ku di pevçûnê de 2 endam ên PKK'yê canê xwe ji dest dane û yên din ji cihê bûyerê dûr ketine.
Ji aliyek a din ve, li dever a Pilûr ya Dêrsimê, ji encam a hêriş a PKK'yê, serbazek ê supa yê Turkîya can ê xwe ji dest da û yek ê din jî birîndar bû.