HDPê bang li raya giştî dike li Nisêbînê kumkujiya Cizîrek nû çênebe

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) duh, dabû xuyakirin, ji taxên Nisêbînê hemû endamên wan vekişiyane dabû zanîn ku, li taxan gelek kesên sivîl û birîndar hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan bang li raya giştî kirin ku, li Nisêbînê rê nedin komkujiya Cizîrek nû.

Rêxistinên bajarê Stenbolê yên HDPê û HDKê, li meydana Galatasaraya Stenbolê bir armanca şermezarkirina operasyonên Nisêbînê çalakî dar xistin.

Hevseroka HDPê ya Şaxa Stenbolê Aysel Guzel di çalakiyê de da xuyakirin, li Nisêbînê amadekariya komkujiyek mezin tê kirin û wehşêtên jêrzemînên Cizîrê hê di bîra wan de ne.

Guzel da zanîn, bombebarana taxan berdewam dike û piraniya wan jin û zarok gelek kes li wê derê asê mane û metirsiya kuştina wan heye.

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) duh, dabû xuyakirin, ji taxên Nisêbînê hemû endamên wan vekişiyane dabû zanîn ku, li taxan gelek kesên sivîl û birîndar hene.