Kongreya Yekgirtûya Islamî ya Heft dest pê kir
Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê di 6ê Şubata 1994an de, hatiye damezrandin, heta niha şeş kongireyên xwe lidarxistine, li kabîneya heşt a Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bûbû.
K24-Hewlêr
Li hola Seid Ebdula li Hewlêra paytexta Kurdistanê îro, kongreya heft a Yekgirtuya Islamî dest pê kir.
Derbarê kongiryeyê Endamê Kongireya 7 aYekgirtuya Islamî Hacî Karwan ji K24ê re wiha got: "Kongir dê emîndariyeke nû hilbijêre, heta niha çar berbijêr hene, rikberiyeke tûnd li nav wan de jî heye, tê pêşbînîkirin ku, Selahidîn Behaedîn bibe emîndarê Giştî yê Yekgirtû ya Islamî."
Li gor bernameya kongir saet du bi dema Hewlêrê dê proseya hilbijartina emîndarê Giştî yê nû dest pê bike, her yek ji Mihmed Ferec, Selahedîn Behaedîn û Mihmed Ebo Bekir Karwanî xwe ji serokatiyê berbijêr kirine.
Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê di 6ê Şubata 1994an de, hatiye damezrandin, heta niha şeş kongireyên xwe lidarxistine, li kabîneya heşt a Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bûbû, deh kursiyên wê di Parlementoya Kurdistanê de, herwiha 4 kursî li Parlementoya Iraqê de hene.