Li Colemêrgê gelek dever wek navçeyên ewlekariyê hatin ragihandin
Tê zanîn ku, Çûyîna welatiyan ji bo wan deveran ji 28ê Gûlanê heta 11ê Hezîranê qedexe ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê dehan dever wekî herêmên taybet yên ewlekariyê hatin ragihandin.
Prêzgeriya Colmemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ko deverên wekî Gira Kilîla, Cernîl, Bulharî, Ganêzark û Çiyayên Busindî û Keçilîkê herêmên taybet yên ewlekariyê ne.
Tê zanîn ku, Çûyîna welatiyan ji bo wan deveran ji 28ê Gûlanê heta 11ê Hezîranê qedexe ye.