Li Diyarbekirê 42 kes hatin binçavkirin

Bincavkirina wan 42 kesan di demekê de tê ku, îro her yek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê nû Tirkiyê Bînalî Yildirim,serdana bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê dikin.

K24-Navenda nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê di encama operasyonekî de 42 kes hatin binçavkirin.

Serdozgerê Diyabekirê Ramazan Solmaz bi daxuyaniyeka nivîskî ragihand ku, li hemberî PKK û KCKYê di çarçoveya lêpirsînên ku, 2 sal berê ji aliyê wan ve hatibû destpêkirin 42 gûmanbar hatin binçavkirin.

Solmaz da zanîn ko lêpirsîn berdewam dikin û dê demên pêşde agahiyên berfireh werin belavkirin.

Bincavkirina wan 42 kesan di demekê de tê ku, îro her yek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê nû Tirkiyê Bînalî Yildirim,serdana bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê dikin.