Demîrtaş: Em naxwazin li dadgehên AKPê bên dadgehkirin

Aşkere kir ku, bo belatkirina rakirina parêzbendiyan ew dê serî li hemû rêxistinên mafên mirovan bidin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a06e7a11-7294-49ae-9118-de16dd1888c7/damirtash.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahadîn Demîrtaş ragehand ku, ew naxwazin li dadgehên AKPê werin dadgehkirin, ew dixwazin di dadgehên ku, edalet tê de bêne dadgehkirin.

Derbarê vê babetî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahadîn Demîrtaş di kongereya DBP de ji K24ê re wiha got: "Ew kesên xwe li AKPê komkirine, ewin yê piştevaniya rakirina parêzbendiyê kirin, emê bacê bidin, em amade ne, lê em naxwazin di dagehên AKPê de werin dadgehkirin, ji ber ku adelet tê de nîne."

Demîrtaş da zanîn ku, ew kesên faşîzmê dixwazin wê têkbçin û kesên ku, aştiyê û azadiyê dixwazin wê bi ser bikevin.Aşkere kir ku, bo belatkirina rakirina parêzbendiyan ew dê serî li hemû rêxistinên mafên mirovan bidin.