3 Leşkerên Roj amade ne vegerin Rojavayê Kurdistanê
Fermandarê Leşkerên Roj yên Rojavayê Kurdistanê radigihîne, ew amade ne vegerin Rojavayê Kurdistanê bo şerê li dijî DAIŞê û parastina herêmên Kurdî, lê PYD rê nade.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Leşkerên Roj yên Rojavayê Kurdistanê radigihîne, ew amade ne vegerin Rojavayê Kurdistanê bo şerê li dijî DAIŞê û parastina herêmên Kurdî, lê PYD rê nade.
Fermandarê Leşkerên Roj Emîd Mihemed Receb Dado di hevpeyvînekê ligel rojnameya “Washington Post” ya Amerîkî de ragihand, 3 hezar Pêşmergeyê perwedekirî hene, ku amade ne vegerin Rojavayê Kurdistanê û bergîriya herêmên Kurdî û şerê DAIŞê bikin, lê lê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rê nade.
Dado dibêje: “Em niha bi neçarî li Herêma Kurdistanê dimînin, lê ligel wê yekê em beşdarî çendîn şerên li dijî DAIŞê bûne, bi taybet jî li Şingal û eniya Wankê.”
Dado amadehiya xwe jî bo karê hevbeş ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi serperştiya Amerîkayê derbirî, lê li ser çawaniya birêvebirina hêzeke hevbeş negihêştine rêkeftinekê.
Roja 19 Gulanê Serokê Desteya Cîbicîkar ê TEV-DEMê Aldar Xelîl, di daxuyaniyeke taybet bo K24ê rah=gihandibû, heger Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, dê bibin sedema şerekî navxweyî.