Hewlêr: Alîgirên PKKê li pêş baregera NY kom dibin
Hejmarek ji alîgirên Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) li Hewlêrê bi xwepêşandanekê diçin pêş baregeha Netewên Yekbûyî (NY) û derbarê azadkirina Rêbarê PKKê Abdulah Ocalan nameyekê radestî NY dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek ji alîgirên Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) li Hewlêrê bi xwepêşandanekê diçin pêş baregeha Netewên Yekbûyî (NY) û derbarê azadkirina Rêbarê PKKê Abdulah Ocalan nameyekê radestî NY dikin.
Li Hewlêra Paytext, îro hejmarek ji alîgirên PKKê û Tevgera Azadî li Hewlêrê kom bûn, da ku bi xwepêşandanekê biçin pêş baregeha Netewên Yekbûyî (NY) û nameyekê derbarê azadkirina Rêbarê PKKê Abdulah Ocalan radestî NY bikin.
Kesekî ji xwepêşandaran ji K24ê re ragihand û got: “Em hatine û daxwaza dikin, ku rewşa jiyana Ocalan baş bibe, herwiha fişarê li Tirkiyê bikin bo zorê ji ser Ocalan rake.”
Serok û Rêberê PKKê Abdulah Ocalan 15 Sibata 1999 li Kînyayê bi planeke sîxoriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate girtin. Ocalan 17 sal in di rewşeke xirab de zîndan kiriye, nikare ligel meriv û parêzerên xwe bicive. Dewleta Tirk siyaseta tecrîdê li Îmraliyê birêve dibe.