Toner: YPGê hevpeymaneke girîng ya Amerîka ye
Amerîka radigihîne, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Paritiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) du hêzên cuda ne, ji ber wê jî Amerîka hevkariya YPGê li Sûriyê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka radigihîne, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Paritiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) du hêzên cuda ne, ji ber wê jî Amerîka hevkariya YPGê li Sûriyê dike.
Piştî belavbûna wêneya leşkerên Amerîkayê bi cil û bergên leşkerî yên YPGê û dilgiraniya Tirkiyê ji vê yekê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner ragihand, ku ji destpêkê de Amerîka bi aşkere hevkariya YPGê dike, herwiha di şerê DAIŞê de YPGê hevpeymaneke girîng e bo Washingtonê, dê di hevkariya wê de jî berdewam be.
Toner got jî: “Dibe ku heta astekê pêwendiya YPG û PKKê bi hev re hebin.”
Toner amaje bi wê yekê kir jî, ku Amerîka têdigehe nîgeraniya hikûmeta Tirkiyê derbarê helwesta Amerîkayê ji YPGê re. toner ragihand jî, ku Amerîka û Tirkiyê li ser Sûriyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî gotûgoyê dikin.