Selahedîn behadîn bû Sekreterê nû yê Yekgirtûya Îslamî

Sekreterê berê yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn behadîn, wek Sekreterê nû di kongreya Yekgirtû de hate helbijartin.

K24 – Hewlêr

Sekreterê berê yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn behadîn, wek Sekreterê nû di kongreya Yekgirtû de hate helbijartin.

Heftemîn kongreya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê îro li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû. Sekreterê berê yê Yekgirtûya Îslamî wek Sekreterê nû di kongreya Yekgirtû de bi 801 dengî hate helbijartin.

Herwiha tê zanîn ku Mihemed Ferec îro xwe ji berbijêretiya sekreteriyê vekişand, Selahedîn Behadîn û Mihemed Reûf ji bo sekreteriya giştî ya Yekgirtûyê berbijêr bûn.

Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê di 6ê Şubata 1994an de, hatiye damezrandin, heta niha şeş kongireyên xwe lidar xistine, li kabîneya heştemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bûbû,  deh kursiyên wê di Parlementoya Kurdistanê de, herwiha 4 kursî li Parlementoya Iraqê de hene. 

Li Hola Sad Ebdulah ya Hewlêrê, îro Endamên Yekgirtûyê ji parêzgehên Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê beşdarî kongreya heftemîn ya Yekgirtûya Îslamî bûn. kongre dê sibe jî ber xwe bide.