ENKSê dê kongreya xwe di dema xwe de lidar bixe?
Biryar e di meha bê de, kongreya giştî ya asayî ya ENKSê were li darxistin, lidarketina kongreyê jî di demekê de tê, ku gelek rexin li karê ENKSê tên girtin, nemaze di warê siyasî û rêxistinî de.
K24 – Qamişlo
Biryar e di meha bê de, kongreya giştî ya asayî ya ENKSê were li darxistin, lidarketina kongreyê jî di demekê de tê, ku gelek rexin li karê ENKSê tên girtin, nemaze di warê siyasî û rêxistinî de.
Bi nêzîkbûna dema lidarxistina kongira asayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), gelek mjarên rêxistinî û siyasî derdikevin holê. Serkirdeyên ENKSê eşkere dikin, ku heye kongre di dema xwe de neyê lidarxistin, lê tevî wê jî divê ENKS li ser gelek xalan raweste, bi taybetî yên girêdayî şêweya birêvebirina ENKSê di warê rêxistinê de.
Serkirdê di ENKSê de Ismaîl Hemê derbarê lidarxistina kongreya ENKSê de ji K24ê re axivî û got: “Bêhtirî komîteyên ENKSê ne çalak in, pêwîste careke din lêvegerek jê re çê bibin. Yan hineke din yên nû çê bibin, lewre dive kongreya ENKSê di dema xwe de bê lidarxistin.”
Ji aliyê xwe ve, helwestên siyasî yên ENKSê li cem şopîneran yek ji mijarên cihê rexnê ne.
Serkirdeyên ENKSê vê yekê berçav dibin, nemaze helwestên di hundirê Îtîlafa Sûr de, herwiha tekez dikin jî, ku pêşketina helwesta wan bi rewşa Sûriyê ya giştî ve girêdayî ye. herwiha pêwendiyên wan bi Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re, dê yek ji xalên sereke di kongreyê de bin.
Serkirdê di ENKSê de Nimet Dawûd jî di vê derbarê de ji K24ê re got: “Li ser bingeha peymana Dihokê, em destên xwe ji TEV-DEMê re dirêj dikin, ku ligel hev rûnin û lêvegerekê çê bikin, lê TEV-DEMê hemû rê girtine.”