Asayîşa Amûdê 4 endamên partiya yekîtîya Kurd girtin
Berî niha Asayîşa Rojavayê Kurdistanê dest bi hilmetekî girtinê li gundên derdora bajarê Amûdê mûdê û Dêrikê kir bûn, di encam de 40 kes hatibûn girtbûn.
K24-Amûdê
Asayîşa bajarê Amûdê 4 endamên partiya yekîtiya kurd li Sûriyê girtin.
Li gor peyamnêrê k24 li bajarê Aamûdê, şeva burî endamên Asayşê, her yek ji Enwer Naso endamê komîteya navendî ya partiya yekîtiya kurd li Sûriyê û Ebdulîlah Ocê endamê heman komîteyê desteser krin, dest danîn li ser têlêfon û laptopên wan, herwiha hin destdinvîsên wan jî û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Li gor peyamnêrê K24rê her du endamên komîteya Xwecihî ya heman partiyê Mihsin Xelef û Ridwan hemo jî ji aliyê Asayîşê ve hatin girtin.
Berî niha Asayîşa Rojavayê Kurdistanê dest bi hilmetekî girtinê li gundên derdora bajarê Amûdê mûdê û Dêrikê kir bûn, di encam de 40 kes hatibûn girtbûn.