Hêz ên Pêşmerge li çend qolan ve hêriş dikin ser çekdar ên Daişê

Li gor zanyarî yên nûçegihan ê Kurdistan24 li mihwer a Xazir hêz a Pêşmerge ber pêşve çûne û gund ê Muftîye kontirol kirîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b19464db-e597-4b52-9a96-610d5f038c94/Hoshmand-xazr.ism/manifest

K24- Hewlêr

Li gor zanyarî yên nûçegihan ê Kurdistan24 li mihwer a Xazir hêz a Pêşmerge ber pêşve çûne û gund ê Muftîye kontirol kirîne.

Li ser hêriş a hêz a Pêşmerge di wê mihwerê de lîwa Seyîd Hejar, cêgir ê fermande y Pêşmerge ya Zêrevanî bi Kurdistan24 ragehand: Evro ber ê sipêdeyê  hêz a Pêşmerge li mihwer a  Xazir dest bi hêrişê kirine û heya niha em şîayne gundek ê kontirol bikîn.

Lîwa Seyîd Hejar eger a hêdîbûnê ji pêşrewî û pêşveçûn a Pêşmereg  hebûn a kendekê bû ku yek demjimêr em bi dawî xistîn, lê niha em ji kendê derbazbûne û ber bi dever ên din pêşve diçîn.

 Di vê hilmet a hêz a Pêşmerge firoke yên Hevpeyman ên nêvdewletî dijî Daişê harîkarî ya hêz a Pêşmerge dikin.