Hêz ên Pêşmerge li çend qolan ve hêriş dikin ser çekdar ên Daişê
Li gor zanyarî yên nûçegihan ê Kurdistan24 li mihwer a Xazir hêz a Pêşmerge ber pêşve çûne û gund ê Muftîye kontirol kirîne.
K24- Hewlêr
Li gor zanyarî yên nûçegihan ê Kurdistan24 li mihwer a Xazir hêz a Pêşmerge ber pêşve çûne û gund ê Muftîye kontirol kirîne.
Li ser hêriş a hêz a Pêşmerge di wê mihwerê de lîwa Seyîd Hejar, cêgir ê fermande y Pêşmerge ya Zêrevanî bi Kurdistan24 ragehand: Evro ber ê sipêdeyê hêz a Pêşmerge li mihwer a Xazir dest bi hêrişê kirine û heya niha em şîayne gundek ê kontirol bikîn.
Lîwa Seyîd Hejar eger a hêdîbûnê ji pêşrewî û pêşveçûn a Pêşmereg hebûn a kendekê bû ku yek demjimêr em bi dawî xistîn, lê niha em ji kendê derbazbûne û ber bi dever ên din pêşve diçîn.
Di vê hilmet a hêz a Pêşmerge firoke yên Hevpeyman ên nêvdewletî dijî Daişê harîkarî ya hêz a Pêşmerge dikin.