Topbarankirina taxa Şêx Meqsûd berdewam e
Ji 16ê Şubata borî de Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku, nişteciyên wê hemû Kurdin ji aliyê çekdarên opozîsyon Sûriyê ve tê toparan kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
topbarana hêzên çekdar yên girêdayî opozîsyona Sûriyê Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyê berdewam e, di encama de, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 18e yên din birîndarbûn, di nav wan de 3ê zarok hene.
Li gor çalakvanên rêxistina sivîl û çavkaniyên navxweyî şeva borî hêzên çekdar yên girêdayî opozîsyona Sûriyê taxa Şêx Meqsûd topbaran kirin, di encam de,
4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de 3ê zarok hene.
Li gor zanyariyan her yek ji Mehmûd Erselan ku, temenê wî 15e salin, Adil Orfeyî 24 sal, di nav kuştiyan de ne, herwiha navê yên din jî nehatine zanîn.
Ji 16ê Şubata borî de Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku, nişteciyên wê hemû Kurdin ji aliyê çekdarên opozîsyon Sûriyê ve tê toparan kirin.