Li Tirkiyê Parlamenteran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
Di nava 15 rojan de biryar dê were dayîn. Heger Dadgeh sererastkirina destûrî betal bike, dê rê li ber dadgehkirina wan parlamenteran were girtin ku, derbarê wan de dosê heye.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê piştî rakirina parêzbendiyan, parlamenterên ku, derbarê wan de dose hene, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Lê belê serî lêdana bo Dadgehê di navbera AKP û HDPê de bû cihê nîqaşan.
Serî lêdanên bo betalkirina sererastkirina di destûra bingehîn de hate kirin yên ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn dest pê kir. Lê belê piştî serîlêdanê di navbera AKP û HDPê de nîqaşên siyasî dest pê kirin. Rayedarên AKPê daxwaza rakirinapa rêzbendiyan ya muxalefetê bi bîrxist û diyar kir di vê HDP wê gumanê ji ser bavêje ku, têkiliyên wê bi terorê re heye. Cîgirê Serokê Koma AKP Nacî Bostanci ameje bi wê yekê kir ku divê HDP wê barê li ser pişta xwe di çarçoveyeke hiqûqî de ji ser xwe bavêje.
Derbarê vê yekê CîgirêSerokê Koma AKP Naci Bostancı wiha got: "Derbarê rakirina parêzbendiyan de, partiyên muxalefetê bi salan e diaxivin. Her tim dibêjin ka werin em rakin. Niha berê xwe didin hiqûqê. Serî li hemû rêyên hiqûqî didin. Serî li ku, didin bila bidin. Çi rast be dê hiqûq wê bike."
58 parlamenterên HDPê jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan ku, guhertina destûrî betal bibe û piştî guhertina destûrî di rojnameya fermî de were weşandin dê HDP serî lêdanên xwe yên şexsî jî bikin. Herwiha HDP xwe amade dike ku, serî li Dadgeha MafênMirovan ya Ewropayê jî bide. Parlamentera HDPê Meral Daniş Beşdar rexne li AKPê kir ku beyî ew bizanibin HDPê ji bo çi serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye dixwavin
Derbarê vê babetê Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş wiha axifî: "Bila Wezîrê Dadê bixwîne ku, ka ser îlêdana şexsî çi ye. Bila bizanibe ku çawa serî li Dadgeha Destûra Bingehîn tê dayîn. Nehedê wan kesan e ku, deshilatdare lê ji hiqûqê fahmnake û hewla wê yekê dide ku, dersê bide hiqûqnasan. Em baş dizanin ku, hiqûq çiye, destûr çi ye, maf û azadî çiye û hatiye çi astê."
Niha biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tê meraqkirin. Di nava 15 rojan de biryar dê were dayîn. Heger Dadgeh sererastkirina destûrî betal bike, dê rê li ber dadgehkirina wan parlamenteran were girtin ku, derbarê wan de dosê heye.