Li Efrînê girtina Ciwanan ji aliyê Asayişê ve berdewam e
Ev hilmet ne tenê li bajarê Efrînê dest pê kirye, berî niha jî li bajarê Dêrik û Amûdê ku, zêdeyî 42 ciwan ji aliyê Asayîşê ve hatibûne girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Bi armanca cîbecîkirina erkê xweparastinê xortan Asayîşa Efrînê bi dehan ciwanên Kurd digre.
Li gor çalakvan û xelkê deverê , endamên Asayişê li Rojavayê Kurdistanê ev heyama du rojane , dest bi girtina ciwanên ku, temenê wan dinavbera 18 ta 30 salî de kiriye.
Li gor welatiyên bajarê Efrînê girtina ciwanan di çaerçoveya hilmetên Asayîşê yên berdewam bi armanca cîbecîkirina arkê xweparastinê de ye.
Ev hilmet ne tenê li bajarê Efrînê dest pê kirye, berî niha jî li bajarê Dêrik û Amûdê ku, zêdeyî 42 ciwan ji aliyê Asayîşê ve hatibûne girtin.
Roja 26 Gulanê, Xwecehiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê kiryarên Asayişa Rojava ya derbarê girtina xortan li ser rêbendan bo erkê xweparastinê, şermezar kir.