Qedexeya derketina derve li Geverê radibe
Li navçeya Geverê ya girêdayî Colemêrga Bakûrê Kurdastanê piştî 78 rojan qedexeya derketina derve radibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Geverê ya girêdayî Colemêrga Bakûrê Kurdastanê piştî 78 rojan qedexeya derketina derve radibe.
Peyamnêrê K24ê ragihand, ku bi biryara walîtîya Colemêrgê qedexeya derketina derve, sibe ji demjimêr 6ê sibehê ve radibe û qedexe dê ji demjimêr 8ê êvarî ve dîsan destpê bike.
Ji 13ê Adara 2016an ve, qedexeya derketina derve li Geverê hatibû raghandin. Şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkyê li dest pê kir, ku 6 taxên Geverê hatine wêrankirin.
Di 21 Nîsanê ve, operasyonên leşkerî li hemû taxên navenda Geverê, bi rakirina barîket û dagirtina xendekan dawî bûbû. Lê qedexeya derketina derve berdewam bû û lêgerîn dihate kirin.
Li gor amarên ewlehiya Tirkiyê ku ji 13 Adarê ve, 196 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dane. 214 barîket hatine rakirin û 135 xendek li Geverê hatine dagirtin.
Li gelek bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin raghandin. Hê jî qedexeya derketina derve li navçeya Nisêbîna Mêrdînê û Şirnexê didome.