Ehmed: Kî derveyî qanûnê be dê were girtin û cezakirin

Serkirdê TEV-DEMê Ebdilselam Ehmed dibêje, kî derveyî qanûnê be dê were girtin û cezakirin, li Rojavayê Kurdistanê di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ti girtiyên siyasî li ser bîr û baweriyên xwe hatibin girtin, tune ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdê TEV-DEMê Ebdilselam Ehmed dibêje, kî derveyî qanûnê be dê were girtin û cezakirin, li Rojavayê Kurdistanê di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ti girtiyên siyasî li ser bîr û baweriyên xwe hatibin girtin, tune ne.

Serkirdê TEV-DEMê Ebdilselam Ehmed derbarê girtina Asayişa Rojava ji serkird û endamên partiyên ENKSê de ji K24ê re got: “Îro Rêveberiya Xweser û zagonên wê hene, kî ji derveyî van zagonan derkevê dê were cezakirin. Ew girtin ne li ser bîr û baweriyên siyasî ne. ENKSê bêyî ku moletên pêwîst werbigirin derket xwepêşandanan. Rewş jî niha hestiyar e, loma ev serkird hatine girtin.”

Ehmed amaje bi wê yekê kir, ku di dema rêjîmê de terror û DAIŞê tune bû. Di Newroza 2015an de li Hesekê asayişê bi ENKSê re got agahî ligel me hene ku teqîn dê çê bibin, lê berpirsyarên ENKSê belav nebûn û teqîn çê bû û bi dehan xort şehîd bûn. niha jî ENKSê xelkê li Amûde û deverine din kom dike, ev xwepêşandanên bê mohlet jî metirisiyê li ser jiyana xelkê çê dike.

Derbarê pirsa ku xwepêşandanên pêkhateyên din û bi taybet yên Ereb gava derdikevin xwepêşandanan ti teqîn çê nabin, Ehmed diyar kir, ku xwepêşandanên Erebam tenê li çarkoşeyên ewlehiyê yên di bin kontrola rêjîmê de têne encamdan. Lê ENKSê Rêveberiya Xweser qebûl nake û mohletan wenagire, heger kî jî derkeve derveyî qanûnê dê were girtin û cezakirin.

Ehmed got jî: “Ev xortên me yên di bin siya Pêşmergeyên Kurdistanê de perwede standine, em ne li dijî wê ne ku berevaniyê ber xaka me de bikin, lê dive li ser bingehekê derbasî Rojava bibin, ji ber ku nabe du hêzên leşkerî li Rojava hebin, dê şerê birakujiyê çê bibe.”

Herwiha Ehmed got jî: “ENKSê bi Îtîlafa opozîsyona Sûriyê re, ev Îtîlaf êrîşî taxa Şêx Meqsûd û herêma Efrînê dike. ENKSê xwe wek Eniya el-Nusra, Ehrar el-Şam û Ceyş Îslam dibînin. ENKSê cihê xwe di xendeqa dijminê gelê Kurd de dibîne. Gava ENKSê ji Îtîlafê vekişe, deriyê Rêveberiya Xweswe ji ENKSê re vekirî ye.”

Ehmed diyar kir, ku li Rojavayê Kurdistanê di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ti girtiyên siyasî li ser bîr û baweriyên xwe hatibin girtin, tune ne. kesên ku têne girtin jî girêdayî şanên veşartî ne yên bi hêzên terorê re êrîşî Rojava dikin, yan jî tawanên derveyî qanûna Rêveberiya Xweser kirine,