Li Wanê 2 polîs hatin kuştin û yek birîndarbû

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.

K24-Navenda nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê di encama êrîşeka bombeyî de 2 polîs hatin kuştin.

Îro, danê nîvro li bajarê Wanê Taxa Hacibekirê dema otombîlek zirxpoş a polîsan derbas dibû bombeya bidest hatî çêkirin ji dûr ve hate teqandin.

Di encama wê êrîşê de 2 polîs canê xwe ji dest dan û polîsek jî birîndar bû. Polîsê birîndar li nexweşxaneyê hate vegûhestin û piştî bûyerê hêzên ewlekariyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.