Pêşmerge sê hêriş ên Daişê têk dişkîne
K24- Hewlêr
Demjimîêr 02:30 çekdar ên Daişê li bilindahî yên gund ê Giraw li mihwer a Mexmûr ê hêrişkirin ser çeper ên hêz a Pêşmerge ya Kurdistan û ji alî yên Pêşmerge ve ew hêriş hat têkşikandin.
Li demjimêr 03:30 li gund ê Saqîye li mihwer a Mexmûr çekdar ên Daişê hêriş kirin ser çeper ên Pêşmerge, fermandarek ê Pêşmerge li mihwer Mexmûrê bi kurdistan24 ragehand, Daiş di herdû hêriş ên mihwer a Mexmûr ê ji alî yên hêz a Pêşmerge ve bi tundî hatin bersivdan û hêriş têkşikandin.
Herweha li dever a Ebûşîte li mihwer a Giwêr li demjimêr 04:45 sipêdeyê Daişê hêriş kirin ser çeper ên Pêşmerge û li wê dever ê jî Pêşmerge bi tundî bersiv a wan dan û zîyanek a mezin bi dijmin gehand.
Li ser hijmar kuştî yên Daişê ji wan hêrşan, ewî fermandarî got: 19 çekdar ên Daişê hatîne Kuştin û û zîyanek a mezin a maddî jî ber wan kevtîye.