Nitinyaho: Asayîkirin a peywendî yên Turkîya û Îsaryîlê di qonax a dawîyê de ye
Serok wezîr ê Îsrayîlê, xuya dike asayîkirin a peywendî yên welat ê wî li gel Turkîyayê di qonax a dawîyê de ye û gelek giringe.
K24- Hewlêr
Serok wezîr ê Îsrayîlê, xuya dike asayîkirin a peywendî yên welat ê wî li gel Turkîyayê di qonax a dawîyê de ye û gelek giringe.
Binyamîn Nitinyaho, serok wezîr ên Îsrayîlê, dibêje: Rêkkevtin a di navber a Orşelîm û Enqeryê de gelek nêzîke û mêdya yên Îsrayîlî jî belavkrine ku renge heftî ya dahatî ew nrêkkevtinname bihê wajûkirin.
Biryare jî di çend roj ên dahatî de şand a bala ya herdû welatan li paytext a welatek ê Ewrûpayî kom bibin û xal ên di nav rêkkevtinnameyê de venûsin û heftî ya dahtî jî rêkkevtinê wajû dê bikin.
Li gor zanyarîyan yek ji merc ên Îsrayîlê bo Turkîyayê bo asayîkirin a peywendîyan ewe ku Turkîya ofîs a Bizav a Hemas a Felestînî li Isatanbûlê bidaxe.