Li Felûçe du keçên Êzdî hatin rizgar kirin
Ji aliyê xwe berpirsê ofîsa karûbarên revandî ji aliyê DAIŞê ve li bajarê Dihokê Hisên El-Qaidî ji K24ê re ragehand ku, 200 keç û jinên Êzdî li bajarê Felûçe di destê DAIŞê de hene.
K24-Navenda Nûçeyan
Parlamentera Kurda Êzdî di parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl rizgarkirina du keçên Êzdî ji aliyê Hêzên Artêşa Iraqê ve li bajarê Felûçe ragehand.
Derbarê rizgarkirina wan her du keçên Êzdî, Parlamentera Kurda Êzdî Viyan Dexîl li ser malpera xwe ya Twitterê piştî rizgarkirina wan sipasiya Hêzên Iraqê û Wezîrê Berevaniyê Xalid El-Ubeydî kir, herwiha daxwaza rizgarkirina hemû jinên Êzdî yên di destê DAIŞê de mayîn kir.
Dexîl rexne li rola Neteweyên Yekbûyî di babeta rizgarkirina keçên Êzdî de kir ku, tenê ew bi rewşa penaberan ve mijûlin û giringiyê nadin rizgarkirina wan Êzdiyên di girtîgehên DAIŞ de li bajarê Felûçe.
Ji aliyê xwe berpirsê ofîsa karûbarên revandî ji aliyê DAIŞê ve li bajarê Dihokê Hisên El-Qaidî ji K24ê re ragehand ku, 200 keç û jinên Êzdî li bajarê Felûçe di destê DAIŞê de hene.
Herwiha Nûnerê Kota Êzdiyan li Parlamentoya Îraqê Hecî Kendûr daxwaz ji Hêzên Ewlehiya Iraqê kir ku, hawlên xwe bu rizgarkirina keçên Êzdî zêdetir bikin.