Li Dêrsimê 9 herêmên leşkerî hatin ragehandin
Li Bakurê Kurdistanê parêzgeha Dêrsimê 9 herêmên leşkerî hatin ragehandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê parêzgeha Dêrsimê 9 herêmên leşkerî hatin ragehandin
Parêzgariya Dêrsimê ragehand, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê de, li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê 9 dever wek "herêmên taybet yên ewlekariyê" hatine ragehandin.
Di nav van herêman de Çiyayê Mercanê, Zozanên Golanê û Geliyê Kiranê jî hene ku cihê koçer û niştecihên herêmê ne.
Parezgariyê ragehad, qedexe îro destpê dike û heta 9'ê vê mehê berdewam dike.
Di dema ragehandina herêmên serbazî de, operasyonên berfireh dest pê dikin, herêm ji hêla hêzên asmanî tê bombebaran kirin û bê destûra berpirsên serbazî ketin û derketina navçeyan qedexeye.
Li aliyê din îro li navçeya Pilemoriyê ya Dêrsimê di encamê pevçûnên hêzên ewlekarî û endamên PKK'ê de efserekî artêşa Tirkiyê birîndar bû