Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe bi merema lidarxistina fera dawiyê ya danûstandinan ligel Wezîrê Darayî yê Îraqê Falih Sarî û tîma teknîkî ya wezaretê li ser guhertina reşnivîsa qanûna budceya 2027ê û yekalîkirina pişka Herêma Kurdistanê civîneke girîng dike.
Biryar e ku şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê êvarê În, 23ê Cotmeha 2026ê, bi serdaneke fermî bigehe Bexdaya paytexta Îraqê. Li gorî zaniyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan, biryar e şanda Herêma Kurdistanê sibe Şemî, 24ê Cotmeha 2026ê, ligel Wezîrê Darayî yê Îraqê Falih Sarî û tîma teknîkî ya wê wezaretê bicive.
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje bi wê yekê jî da ku armanca serekî ya serdana wê şandê ev e: Nîqaşkirina li ser reşnivîsa qanûna budceya giştî bo sala 2027ê, bi taybetî piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rengekê fermî ew pişka ku di nav wê reşnivîsê de bo Herêma Kurdistanê hatibû destnîşankirin red kiribû.
Dîlan Barzan ew yek jî berçav kir ku danûstandinên sibe yên di navbera şanda Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Îraqê de wekî gera dawiyê ya danûstandinên di navbera her du aliyan de tê hejmartin; ji ber ku li gorî bernameya kar, biryar e di dema hefteya bê de reşnivîsa budceyê ji Wezareta Darayî bi rengekê fermî bo Encûmena Wezîrên Îraqê bê arastekirin, daku bê pejirandin.
Reşnivîsa qanûna budceya 2027ê di dema borî de ji ber nerazîbûnên Herêma Kurdistanê û çend aliyên din li ser bendên darayî û pişkên parêzgehan, ji Encûmena Bilind a Aborî ya Îraqê bo Wezareta Darayî hatibû vegerandin, daku edilandina û pêdaçûna pêdivî jê re bê kirin.