Barzanî: Gel ê Kurd li Surya bi tenê nîye

Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê, di kombûn a xwe de li gel şand a Mekteb a Sîyasî ya Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan- Surya, Ragehand ku piştîvanî ya xebat a wan dike û gel ê Kurd li Suryayê bi tenê nîye.

K24- Hewlêr

Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê, di kombûn a xwe de li gel şand a Mekteb a Sîyasî ya Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan- Surya, Ragehand ku piştîvanî ya xebat a wan dike û gel ê Kurd li Suryayê bi tenê nîye.

Malper a Serokatî ya Herêm a Kurdistan belav kirîye, Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdiatanê, pêşwazî li Siûd Mela, sikirtê rê Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan- Surya û endam ên Mekteb a sêyasê ya ewê partîyê kirîye.

Di wê nûçeyê de hatîye: Di dîdarê de Siûd Mela sikirtêr ê Partî ya Dîmurkatî ya Kurdistan- Surya, supasî ya xemxorî û peroşî ya serok Barzanî kir bo doz ê Kurd li Surya û harîkarîkirin a serok Barzanî û Herêm a Kurdistanê bo gel ê Kurd li Suryayê û ragehand ku partî ya wan pişt tund bi cemawer ê xwe û piştîvanî ya serok Barzanî û bi hinase û hêzek a nû dê berdeawam bibin heya digehin armanc ên neteweyî û ji xwîndingeh a Barzanî yê Nemir fêrî qurbanîdanê û berxwedanê bûne û cemawer ê Kurd li Suryayê bi ûmêd ve berî ya dijwarîyê û qeboyan digrin.

Malperr ê behs a weê yekê jî kirîye ku di wê dîdarê deşand a mihvan rewş a kaxî û sîyasî ya Suryayê û peywendî yên di navber a alî yên Kurdî û opizisyûn a Suryayê bo serok Barznî şirove kirin û daxwaz ji serok Barzanî kirn rênmayî û şîeret ên pêdivî bo wan pêşkeş bike.

Di beranber de serok ê Herêm a Kurdistanê, Mesûd Barzanî, stayîş a xweragirî û berxwedan a gel ê Kurd li Suryayê kir û ragehand ku gel ê Kurd li Suryayê ne bi tenê ne û tim bi hemû şîyan ên xwe ve, piştîvan ê maf ên rewa yên gel ê Kurd li Suryayê û xebat a neteweyî û dîmukratî ya wêî dibe. Herweha amaje bi wê yekê kirîye ku Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê li Suryayê harîkarî ya Şoriş a Gulanê daye û ew mijar çi deman nahê ji bîrkirin.

Her di wê dîdarê de, ra û nerîn li ser ayînde ya Suryayê û doz a rewa ya gel ê Kurd li Suryayê hatin veguhartin û serok  Barzanî şîret ên pêdivî li ser çawanî ya reftarkirinê li gel pêşhat ên nû pêşkeş kir.