Gotebêj ê hikumet a Îraqê: Pêşwazîyê ji danûstandin ên Herêm a Kurdistanl dikin
Gotebêj ê hikumet a Îraqê Seed Hudeysî taybet bi Kurdistan24 ragehand: hikumet aÎraqê pêşwazîyî li destpêşxerî û danûstandin ên Herêm a Kurdistanê dike.
K24- Hewlêr
Gotebêj ê hikumet a Îraqê Seed Hudeysî taybet bi Kurdistan24 ragehand: hikumet aÎraqê pêşwazîyî li destpêşxerî û danûstandin ên Herêm a Kurdistanê dike.
Hudeysî got: Glek pirs û babet di navber a hikumet a Bexdayê û Herêm a Kurdistanê hene ku pêdivîye axivtin li ser bihên kirin û bi danûstandinan bihên çareserkirin.
Got jî: Heya niha ser wê rêkkevtin a li 2014 yê ve heye, hikumet a Bexdayê çi pilan û nerîn nîne di vî warî de û di seredan a dawê ya serok ê hikumet a Herêm a Kurdistanê bi serokatî ya serok ê hikumetê Nêçîrvan Barzanî hinek nerîn hatin veguhartin, lê heya niha negehiştîne çi encaman.
Herweh a got: Cudahî ên mezin di navber a nerînan de heye, lê giringe herdû alî li ser binema ya hevpişk bo rûbirûbûn a arîşeyan danûstandinan bikin.
Xuya jî kir, hikumet a Bexdayê vîyan a danîştin û danûstandinan heye li gel Herêm a Kurdistanê li ser wan xal ên nakok li gor ku di destûrê de hatîye û li berjewendî ya Îraqê de ne. Herweha bi eger a wê rewş a nû ya ku niha li Îraqê heye pêdivî ye danûstandin bihên encamdan, bi taybetî li ser petrolê ku arîşe li ser heye û bi behskirin a xal ên cûda hewl bihê dan çaresrîyê jê re vebînin û li ast ên cûda cûda pêdivîye harîkarî ya hevdû bikin.
Herweha Seed Hudeysî: Em pêşwazîyê ji her axivtinek a Herêmê dikin ku tekekz ê li ser yekêtî ya ax a Îraqê û hevpşkî hevxemî ya xelkê Îraqê bike.
Got jî: Pêdivîye danûstandin ên hepşk bihn duristkirin û çareserî ya hevpişk bihê vedîtin neku sepandin a çareserî ya yek alî bihê pêşkeşkirin.
Duhî Nêçîravan Barzanî, serok ê hikumet a Herêm a Kurdistanê, di kongireyek a rojnamevanî de, red kir şand a hikumet a Herêm a Kurdistanê ber bi Bexdayê ve biçin. Got jî: Hikumet Herêm a Kurdistanê çi delîve yên aştî û danûstandinan li gel Bexdayê ji dest xwe nade.