Li Geverê xwendin û perwedeyî dûşema bê destpê dike

Rêveberiya perwerdehiyê da zanîn ku, li dibistanekî bi navê Avukat Mehmet Altun ku, ji 5 dersxaneyan pêktê perwerdehî ji niha ve destpê kiriye.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Geverê perwedehî roja dûşemê ji cihê xwe yê mayî ve destpê bike.

Li bajarê Colemêrgê navçeya Geverê di 13ê Adarê de derketina derva hatibû qedexekirin û navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û endamên YPSyê de şerê kolanan destpê kiribû.

Qedexe û operasyon piştî 78 rojan rabûn welatî vegeriyan malên xwe. Rayedarên Midûriyeta Perwerdehiyê diyar kirin ku, beriya şerî li navçeyê 33 hezar bûn lêbelê niha 21 hezar in. Lê dîsa jî dûşema bê  perwerdehiya xwendevanan li gor serîlêdanan destpê bike.

Rêveberiya perwerdehiyê da zanîn ku, li dibistanekî bi navê Avukat Mehmet Altun ku, ji 5 dersxaneyan pêktê perwerdehî ji niha ve destpê kiriye.